Îraq peymannameya Swîsê îmze nekir

14 welat ev peymannameya han îmze nekirine.
کوردستان TV
100%

Duhê konferansa taybet bi aştiya Ukraynayê bi dawî hatibû.

Duhê konferansa aştî ya Ukraynayê li Swîsê bi dawî hat û daxuyaniyek weke peymannameya Swîsê ji aliyê welatên beşdar de hate weşandin.

Di peymannameya han de daxwaz hatiye kirin ku, bo çareser kirina kêşeya Ukrayna û Rûsyeyê tevahiya aliyan dest bi danûstan û diyalogê bikin.

Ji 91 welatên beşdar 77 welat ev peymannameya han îmze kirine lê Îraq û Urdin weke du welatên Erebî ev peymannameya han îmze nekirine.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.