Tê payîn 300 hezar torîst serdana Kurdistanê bikin

di roja yekem ya cejnê de zêdetir ji 100 hezar torîst hatine Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Desteya torîzimê ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye.

Peyvdarê komîteya torîzimê ya hikûmeta Kurdistanê Ibrahîn Ebdulmecîd ragihand ku, herêma Kurdistanê amadekariyên temam bo pêşwazî kirina torîstan bi taybetî torîstên başûr û naverasta Îraqê kiriye û tê payîn ku, zêdetir ji 300 hezar torîst serdana herêma Kurdistanê bikin.

Ji aliyê xwe ve Waliyê Hewlêrê jî diyar kiriye ku, heta niha zêdetir ji 100 hezar torîst serdana herêma Kurdistanê kirine.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.