Kurdistan amadekariyên pêwîst kiriye

gelek torîst ji başûr û naverasta Îraqê hatine Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Gelek welatiyên Îraqî vê serdana Kurdistanê bikin.

Pileya germiyê li naverast û başûrê Îraqê gehêştiye nêzî sedî 50 pile, ev yek jî bûye sedem ku, rojên tatîl yên cejnê bo welatiyên Îraqî yên li naverast û başûrê Îraqê bi dijwarî derbas bibin lewre gelek ji wan bi rêya kompanî, kom û herwiha bi rêyên taybetî bi mebesta derbas kirina tatîla cejna qurbanê serdana Kurdistanê dikin.

Li gor zaniyariyên hikûmeta herêma Kurdistanê di nava du rojên derbasbûyî de gelek welatiyên Îraqî serdana Kurdistanê kirine û tê payîn îro û sibê jî hijmareke gelek zêde ji şêniyên başûr û naverasta Îraqê bo derbas kirina tatîla cejnê berê xwe bidin Kurdistanê û biçin cîhên torîstîkî yên li Hewlêr ( soran, Riwandiz, Balakatê, geliyê Elîbeg û Çomanê), Dihuk û Silêmanî.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta herêma Kurdistanê jî diyar kiriye ku, amadekariyên pêwîst bo pêşwazî kirina wan torîstan hatine kirin.

 

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.