Mesrûr Barzanî hêviya aramî û aştiyê bo cîhanê dixwaze

hêviya xweşiyê bo xelkê Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Jiber hatina cejna qurbanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Peyama pîrozbayiya Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi minasebeta cejna Qurbanê

Bi minasebeta hatina cejna pîroz ya Qurbanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya misilmanên herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê bi taybetî pîrozbayiya pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe, kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîdan û enfalkiriyan dikim û hêvî dikim rojên cejn di nava rewşeke aram û selamet de derbas bikin.

Hêvî dikim cejn bibe sedema xweşî, xweşgozeranî, şadî û baştir bûna rewşa darayî ya xelkê, zalbûna aramî û aştiyê li cîhanê û geşe kirina zêdetir ya aramî û çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê.

Cejna we pîroz be û hertim di nava asûdeyî de bijîn.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

15ê Hezîrana 2024

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.