Li Paweyê rayedarekî rejîma Îranê hate kuştin

4 gole ber ser û sînga wî ketine û dem û dest hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê li ber deriya mala xwe de hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Îranî îro şemî danê sibê li bajarê Paweyê berpirsê îdareya kontrol kirinê ya vê bajarê li parêzgeha Kirmaşanê Hamid Tekraşwend ji aliyê çend çekdaran ve hatiye kuştin.

Berpirsê dadgeha parêzgeha Kirmaşanê jî Mehdî Qenadî diyar kiriye ku, Terkaşwend îro danê sibê gava xwestiye ji mala xwe derkeve li ber deriya mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hatiye û jiber ku, çend gole ber ser û sînga wî ketine hatiye kuştin.

Ajansa îsnayê jî diyar kiriye ku, bi giştî 4 gole ber serê wî ketine û dem û dest canê xwe ji dest daye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.