Serok Barzanî pêşwaziya berpirsê wezareta derve ya Îranê kir

behsa têkiliyên navbera Kurdistanê û Îranê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Duhê li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya berpirsê wezareta derve ya Îranê Elî Baqirî û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser pêşxistina peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê bi taybet di warên aborî û bazirganî û çandî de kirin.

Her di vê hevdîtinê de Elî Baqirî rêzdariya xwe bo helwesta herêma Kurdistanê ya li ser rûdana ketinaxwarê ya helîkopterê û can ji destdana Serokkomarê Îranê û şanda pêre hebû.

Herwiha spasiya welatê xwe ya ji bo şandina şanda taybetî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo beşdarîkirina li pirseya can ji destdana Serok Komarê Îranê û şanda pêre bi Serok Barzanî gihand.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.