7 rayedarên hûsiyan hatine jinav birin

heta niha çekdarên hûsî di vê derbarê de ti daxuyanî nedane.
کوردستان TV
100%

4 dronên wan jî hatine xistin.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê CENTCOM daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa êrîşeke berfire ya balefirên Amerîkî û hevpeymanan bo ser çekdarên hûsî kiriye.

Di daxuyaniya han de qala vê yekê hatiye kirin ku, di encama êrîşên balefirên Amerîka û hevpeymanan de bo ser cîhên curbicur li Yemenê herî kêm 7 raydarên avêtina hajek û dronan ya hûsiyan hatine ji navbirin.

Her di heman daxuyaniya han de CENTCOM ev yek eşkere kiriye ku, di heman êrîşê de 4 dronên hûsiyan jî yên ku, bo êrîş kirinê hatibûn amadekirin, hatine jinavbirin.

heta niha li ser vê mijarê çekdarên hûsî ti daxuyaniyek nedane.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.