Keştiyeke Yûnanî rastî êrîşa hûsiyan hat

heta niha Yûnan tiştek di vê derbarê de negotiye.
کوردستان TV
100%

Zirareke mezin ber keştiyê ketiye.

Fermandariya navnedî ya hêzên Amerîkayê ( CENTCOM) daxuyaniyek belav kiriye û têde qala êrîşa çekdarên hûsî bo ser keştiyeke Yûnanî li deryaya sor kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, hûsiyan bo dronan êrîşî ser keştiyeke Yûnanî kiriye ku, alaya Lîbiryayê hildabû û di encama êrîşa han de zirareke gelek mezin ber keştiyê ketiye û aveke zêde çûye nava keştiyê de.

CENTCOMê diyar kiriye ku, ev kiriyarên hûsiyan asayîş û ewlekariya deverê têk birine lewre em neçarin bi her awayî bersifa êrîşên hûsiyan bidin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.