Li gel rayedarên Îraqê dicive.
Berpirsê karûbarên wezareta derve ya Îranê Elî Baqirî îro pêncşem bi serdaneke fermî gehêşte Bexdayê.
Biryare di çarçoveya vê serdana han de Elî Baqirî li gel rayedarên Îraqî çend civîn û hevdîtinan pêk bîne û giftûgo derbarê çend mijaran weke têkiliyên navbera Îran û Îraqê, serdana oldarên Îranî bo cîhên pîroz yên li Îraqê, şerê li Xezeyê û rewşa deverê were kirin.
Herwiha tê payîn ku, roja înê Elî Baqirî serdana herêma Kurdistanê jî bike û li gel rayedarên Kurdistanê jî bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin