Dibêje neçin Îraqê rewş metirsîdare.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê daxuyaniyek belav kiriye û têde qala êrîşên vê dawî yên bo ser kompaniyên Amerîkî kiriye û ragihandiye ku, rewş li Îraqê metirsîdare.
Di daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê de daxwaz ji welatiyên Amerîkî kiriye ku, bi ti awayî serdana Îraqê nekin û ew welatiyên ku, niha li Îraqê ne jî lazime gelek baldar bin û heta bikaribin xwe biparêzin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de qala vê yekê hatiye kirin ku, eger heye di rojên pêş de êrîşên ser kompanî û welatiyên Amerîkî zêdetir bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin