Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku guhertina demografî pêk tîne

dibêje 13 cîhên curbicur ava kirine.
کوردستان TV
100%

Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, guhertina demgorafî pêk tîne.

Li gor nûçeyeke ajansa anhayê dewleta Tirk a dagirker bi  desteka rêxistinên qeterî û yên îxwanî demografiyaya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî diguhere. Dewleta Tirk bi alîkariya rêxistinên navborî bi hincetên cuda yekîneyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava dikin.

 Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmên dagirkirî avahiyên mêtîngeriyê ava kirine û  îdia kir ku ev avahî ji bo koçberên Sûriyeyê ne.

Heyva Sor a Qeterê diyar kir ku wê bi hevkariya dewleta Tirk  avakirina 13 mêtingehan li bakurê Sûriyeyê bi dawî kiriye.

Ji wêneyên hatine belavkirin, diyar dibe ku Heyva Sor a Qeterê, mêtingehan di zeviyên zeytûnan û darên berhemdar de ava dike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.