Îsraîl êrîşî ser komên çekdar kiriye.
Li gor nûçeyeke kanala Elcezîre, şeva derbasbûyî artêşa Îsraîlê bi rêya dron û balefiran êrîşî ser karwaneke veguhastina petrol û cebelxaneya çekdaran li derdorê bazarê Qesîr ya li Sûriyeyê kiriye.
Di encama vê êrîşa han de gelek endamên hizbulah û çekdarên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin.
Çavkaniyê belav kiriye ku, ev karwan duhê bişev dema dixwest ji Sûriyeyê derbasî Libnanê bibe hatiye armanckirin û tevahiya tirimbîlên nava karwanê hatine şewitandin û gelek çekdar jî hatine kuştin û birîndarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin