Mesrûr Barzanî Konsulusê nû yê Tirkiyeyê qebûl kir

Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

Behsa henarde kirina petrola Kurdistanê hate kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê nû yê Tirkiyeyê li Hewlêrê birêz Erman Topçu kir.

Rixmî pêşkêş kirina pîrozbayiyan bo destbikar bûna wî weke Konsulusê welatê xwe yê li Hewlêrê, hevdem me tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên du alî li ser esasê berejwendiyên hevbeş kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê girîngiya cîhbicîh kirina projeya cadeya geşepêdanê kir ku, Îraq, Tirkiye û Ewrûpa bi rêya şemendeferê ve bihevre girê dide kir û balkêşande ser vê yekê ku, lazime herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên Îraqê di vê projeya steratejîkî de beşdar bin.

Konsulusê giştî yê Tirkiyeyê jî kêfxweşiya xwe li hember destbikar bûna xwe li herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser xwesteka welatê xwe bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de kir.

Çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û hewlên destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.