Rê ji wan re nehat dayîn bibin Berbijêr bo postê Serokkomariya Îranê.
Civata diyarî kirin û parastina berejwendiyên rejîma Îranê duhê bişev daxuyaniyek belav kiriye û têde qala diyarî kirina Berbijêrên goncaw bo postê Serokkomariya Îranê kiriye.
Li gor çapemeniya Îranî, civata diyarî kirin û berevanî kirin ji berejwendiyên rejîmê selahiyeta her yek ji Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad, Serokê berê yê Parlementoyê Elî Larîcanî û Cîgirê yekem yê Serokkomarê berê Îshaq Cîhangîrî hatiye red kirin û ev her sê kesên han nikarin xwe bo postê Serokkomariya Îranê Berbijêr bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin