Êrîşên hûsiyan berdewamin

hûsî jî dibêjin me li du keştiyên Îsraîlî daye.
کوردستان TV
100%

Amerîka dibêje me çend hajekên hûsiyan jinav birine.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê ( CENTCOM) daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û têde qala berdewamiya êrîşên çekdarên hûsî bo ser keştiyan li deryaya sor kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, çekdarên hûsî bi 3 hajek û çend dronan xwestine êrîşî ser çend keştiyên bazirganî li deryaya sor de bikin lê hêzên Amerîkî û hevpeymanan karîne ev hajek û dronên hûsiyan bixin erdê.

Ji aliyê xwe ve Peyvdarê hûsiyan Yehiya Serî jî diyar kiriye ku, çekdarên wan karîne derbên dijwar li du keştiyên taybet bi Îsraîlê bidin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.