Zêdetir ji 700 awareyên Îraqê vegeriyan cîhên xwe

awareyên vegeriyayî xelkê Nîvona û Selahedînê bûne.
کوردستان TV
100%

Li kempên parêzgeha Silêmanî hatibûn bicîhkirin.

Li gor çapemeniya Îraqî, wezareta karûbarên koç û koçberan ya Îraqê ragihandiye ku, duhê ji kempên li parêzgeha Silêmanî 787 awareyên Îraqî vegeriyane cîhên xwe.

Wezaretê eşkere kiriye ku, ev awareyên vegeriyayî xelkê parêzgehên Selahedîn û Nînovayê ne û di dema vegerê de jî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hevkariya wan hatiye kirin.

Her di heman daxuyaniya han de qala vê yekê jî hatiye kirin ku, li kempa Aştî ya li Silêmanî niha 370 malbetên din yên aware yên Îraqî mane.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.