Serokê hêrêmê li gel balyozê Brîtanyayê civiya

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%


Behsa têkiliyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Kurdistanê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchens kir. Û di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Kurdistanê, rewşa Îraqê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Di civînê de her du alî tekez li ser berdewamiya giftûgoyên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûrê û parastina mafên tevahiyan hatiye kirin û di vê derbarê de jî Nêçîrvan Barzanî ev yek diyar kiriye ku, kilîla aramiya Îraqê lihev kirina Hewlêr û Bexdayê ye  bo çareser kirina hertimî ya kêşeyan û cîhbicîh kirina destûrê.

Li ser girîngiya meşandina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bi beşdariya tevahiya aliyan û pêkhateyan di demeke goncaw ya îsal de her du alî hemfikir bûn û balyozê Brîtanyayê jî stayîşa hewlên Serokê herêmê yên bo meşandina hilbijartinan kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.