Şandeke herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

di civata wezîran de biryar li ser çûna şandê hatiye dayîn.
کوردستان TV
100%

Nunerên kompaniyên petrolê jî di nava vê şandê dene.

Duhê civata wezîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya bû û di civînê de nîqaş li ser hewlên dubare destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê hatibû kirin.

Jiber vê çendê di civînê de civata wezîran biryar daye daku, şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê yaku, nûnerên kompaniyên petrolê jî têde beşdar dibin hefteya pêşiya me biçe Bexdayê û li gel rayedarên Îraqî derbarê çareser kirina kêşe û nehêştina astengiyên berdem henarde kirina petrola Kurdistanê giftûgo bike û di demeke nêz de dest bi henarde kirina petrolê were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.