Komên cîhadî agir bi daristanên Efrînê xistine

daristanên quntarê çiyayê Hawarê şewitîne.
کوردستان TV
100%

Ev du roje daristanên Efrînê dişewitin.

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojavayê Kurdistanê, komên cîhadî yên di bin fermana Tirkiyeyê de agir bi çiya û daristanên Efrînê xistine.

Di encama agira han de rûbereke gelek zêde ji daristan û çiyayên Efrînê şewitîne û heta niha ti aliyek hewl bo temirandina agirê nedaye.

Jêderên ji Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku, komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê bi zanebûn agir berdane daristanên quntarê çiyayê Hawarê û di encam de rûbereke gelek zêde ya daristanê şewitiye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.