Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

behsa rewşa Îraq û deverê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Duhê li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraqê û pêşhat û guhertinên dawî kirin û balkişandin li ser wan pêşveçûn û li hev têgihiştinên erêniyên ku li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqa Federal de ya bi navê çareserkirina bingehîna kêşeyên helawestiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê pêkhatine.

Her di vê hevdîtinê de behsa rewşa navçeyên kêşe li serên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û wan asteng û kêşeyên emnî û siyasiyan kirin ku li wan navçeyan da ji bo nîştecihên resenê navçeyê dirust dibin û her du alî hevrabûn ku pêwîste çareseriyeke guncayî ji bo çareserkirina wan kêşeyan bê dîtin.

Pêşhat û guhertin û rewşa emnî û siyasiya navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.