Hizbulah jî dibêje em jî bo bersif dayînê amadene.
Aloziyên navbera Îsraîl û hizbulaha Libnanê didomin û hizbulah berdewame li ser êrîş kirine ser Îsraîlê û di vê çarçoveyê de jî tê gotin ku, Îsraîl xwe bo êrîş kirine ser Libnanê amade dike.
Di vê derbarê de nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu belav kiriye ku, Îsraîl amadeye bo êrîş û operasiyoneke mezin û berfire bo ser hizbulahê.
Ji aliyeke din ve her îro Serokerkanê giştî yê artêşa Îsraîlê jî diyar kiribû ku, gelek kêm maye daku, biryara êrîş kirine ser Libnanê bidin.
Li hember daxuyaniyên rayedarên Îsraîlê, hizbulah jî daxuyanî daye û ragihandiye ku, êrîşên wan berdewam dibin û amadene bo bersifdayîna Îsraîlê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin