Li Libnanê êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê hate kirin

karmendekî balyozxaneyê birîndar bûye.
کوردستان TV
100%

Êrîşkarek jî hatiye kuştin.

Hikûmeta Libnanê ragihandiye ku, şeva derbasbûyî sê kesan êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê ya li taxa Oker ya li Beyrûtê kirine.

Di daxuyaniya hikûmeta Libnanê de hatiye diyarkirin ku, hêzên ewlekarî û pasewanên balyozxaneyê jî dem û dest bersifa êrîşkaran daye û di encam de êrîşkarek hatiye kuştin û yeke din jî birîndar bûye û hatiye girtin.

Herwiha hate zanîn ku, karmendekî balyozxaneyê jî birîndar bûye û êrîş ji aliyê keseke Sûrî ve pêk hatiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.