Îsraîl: Hemas li Tirkiyeyê planên êrîşên întîharî datîne

dibêje Tirkiye hevkariya Hemasê bo êrîşên întîharî dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje me dest daniye ser teqemeniyeke gelek zêde.

Îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê yaku, bi Şin Bet tê nasîn raportek derbarê plan û çalakiyên Hemasê yên li Tirkiyeyê de belav kiriye.

Di raporta Şin Betê de qala vê yekê hatiye kirin ku, niha Tirkiye bûye navendeke sereke yabo xwe organîzekirin û bihêzkirinê bo Hemasê, Tirkiye hevkarî û alîkariya Hemasê dike û Hemas li Tirkiyeyê plana êrîşên întîharî li Îsraîlê datîne û bi rêya endamên xwe wan plnan cîhbicîh dike.

Di beşeke din ya vê raportê de hatiye eşkere kirin ku, roja 15ê meha Adarê endamekî Hemasê girtine ku, ji Tirkiyeyê vegeriyaye û xwestibû plana êrîşeke întîharî cîhbicîh bike lê piştî ji aliyê hêzên me ve hatiye girtin, li xwe mokir hatiye û îfadeyên gelek girîng dane rayedarên Şîn Betê û di encama wan îfadeyan de hêzên me karîne li Nablusê dest deyinin ser 12km teqemenî ku, bo êrîşên întîharî hatibû amadekirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.