Bi çek êrîşî ser restoranta KFC kiribûn.
Duhê bişev komeke çekdar êrîşî ser restoranta KFC ya li Bexdayê kiribûn û hêzên ewlekarî yên Îraqê jî bersifa êrîşkaran dabû.
Di encama bersifdayînê de pevçûn çê bibû û di encam de 3 êrîşkar birîndar bibûn û 12 kesên din jî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatine girtin.
Hate zanîn di encama êrîşê de zirareke mezin ber restorantê ketiye lê karmendên vê selametin.
Piştî daxuyaniya Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir li dor der kirina balyoza Amerîka û daxistina balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, ev sêyemîn care li Bexdayê êrîşî ser navend û kompaniyên Rojavayî tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin