4 kompanî û dezgehên pîşesaziya berevaniya Îranê di nava lîsteya nû dene.
Wezareta xezêne û darayiya Amerîkayê ragihand ku, pakêceke nû ya dorpêçan bo ser Îranê amade kirine.
Li gor daxuyaniya wezareta xezêne û darayiya Amerîkayê, di pakêca nû ya dorpêçan de rayedarekî Îranî û 4 kompanî û dezgehên ser bi rejîmê ku, di warê pîşesaziya berevanî û dronan de kar dikin hatine cezakirin.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê jî pakêceke hevbeş li dijî Îranê amade kiribûn û wezîrê berevanî yê Îranê jî hatibû cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin