Mesrûr Barzanî: Em amadekarî bo guherîna keş û hewayê kiriye

dibêje lazime bo parastina jîngehê gavê zêdetir bavêjin.
کوردستان TV
100%

Li Dihukê kevrên bingehîn yên du parkan daniye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dihukê bi merasimeke fermî kevrên bingehîn yên du parkan danî û di merasîmê de jî gotareke kurt pêşkêş kir.

Serokwezîr di gotara xwe de kêfxweşiya xwe li hember serdana xwe ya bo Dihukê û danîna kevrên bingehîn yên projeyan li Dihukê diyar kir û ragihand ku, beriya çend rojan li Soran û Reperînê jî çend proje vekirine û ev jî nîşaneya girîngîdana kabîneya 9an e bi projeyên xizmetgozarî û xizmet kirina Kurdistaniyan bêyî cudatî.

Mesrûr barzanî herwiha eşkere kir ku, rixmî girîngîdan bi jîngehparêziyê lazime nibişên xwe yên nû jî li ser vê yekê perwerde bikin û em berdewam dibin li ser ciwantir û tendirosttir kirina bajar û jîngeha xwe.

Mesrûr Barzanî derbarê her du parkên Serhildan û Aloka ku, îro kevrên wan yên bingehîn hatine danîn jî eşkere kiriye ku, ev du parkên han gelek proje li xwe digirin û xizmeteke baş pêşkêşî şêniyên Dihuk, derdor û ev kesan dikin ku, serdana Dihukê dikin û herwiha bedeviya bajarê Dihukê zêdetir dikin û di warê keş û hewayê de jî gelek fêdeyan didin Dihukê.

Barzanî di berdewamiya gotara xwe de qala rûbera keskatiyê jî kir û ragihand ku, mixabin li Kurdistanê hîn jî rûbera keskatiyê weke pêwîst nîne lewre lazime girîngiyeke zêdetir bi rûbera keskatiyê bidin.

Serokwezîr qala vê yekê kir ku, li gor nêrînên pisporan ev dever ( Rojhilata Navîn)  yek ji wan deverane ku, dikeve bin bandorên dijwar yên guherîna keş û hewayê lewre me weke kabîneya 9an dest kiriye bi cîhbicîh kirina çendîn projeyên girîng bo rûbirû bûna bandorên guherîna keş û hewayê li ser Kurdistanê.

Me hewldaye bikar anîna gaz li kargehan kontrol bikin, pund û bendavan bo kom kirina avê ava bikin, lê lazime pêngavên zêdetir jî bavêjin û ji wan jî girîngtir lazime çanda jîngehparêziyê di nava xwe de bihêztir bikin.

Mesrûr Barzanî di beşa dawî ya gotara xwe de behsa serdana xwe ya bo Bexdayê kir û ragihand ku, hefteya derbasbûyî li Bexdayê bûme û li gel aliyên têkildar yên hikûmeta federalî civiyane û bi eşkere behsa tevahiya kêşeyan û çareser kirina wan li gel wan kiriye û ji wan re gotiye ku, mixabin hîn jî em behsa mûçe, para darayî ya herêmê û qirîzên çê kirî dikin û me ji wan re eşkere kiriye ku, lazime ev kêşe werin çareserkirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.