Li Îraqê hijmara hevberdana hevjînan zêde bûye.
Li gor raporteke civata bilind ya dadweriya Îraqê rêjeya hevberdana hevjînan li Îraqê gelek zêde bûye.
Di raporta han de hatiye diyarkirin ku, bi tenê di meha Gulana 2024an de 5 hezar û 500 hevjîn bi awayeke fermî û bi biryara dadgehê hevberdane.
Tenê li Bexdayê di mehekê de nêzî du hezar hevjîn hevberdane.
Ev amara han tenê ya Îraqê ye û herêma Kurdistanê têde tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin