Serokê herêmê û Organîzatorkê balyozxaneya Amerîkayê civiyan

behsa çareser kirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê kirine.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa giştî ya deverê kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dihukê, li gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê David Berger civiya.

Di civînê da peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û kodengî û beşdariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyan di hilbijartinan da kirin û li ser pêwîstiya parastina aramî û seqamgîriya Iraqê hevdeng bûn.

Cîbicîkirina destûr û sîstema federalî li Iraqê, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku berjewendiyên hevbeş hene hin mijarên din yê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.