Mesrûr Barzanî: Lazime hilbijartin were kirin

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê civiya.

Êvara îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Êvara îro li bajarê Dihukê me pêşwaziya Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê birêz David Berger kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê Mark Straw jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê têkiliyên du alî, rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.

Li ser piştîvanî kirina hewlên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayek ku, rêz ji sîstema federalî ya Îraqê û pêgeha destûrî ya herêmê û maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê were girtin, hemfikir bûn. Di vê derbarê de serdana hefteya derbasbûyî ya me ya bo Bexdayê û civînên me yên li gel Serokwezîrê federalî û Serok û rayedarên hêz û aliyên siyasî yên Îraqê bi pêngaveke erênî bo çareser kirina kêşeyan bi awayeke bingehîn hate nirxandin.

Tekez kirin li ser lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke goncaw ya îsal de mijareke din ya civîna me bû.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.