Hêzên rejîmê 8 Kolber kuştine

5 Kolber jî hatine birîndarkirin.
کوردستان TV
100%

Di mehekê de li ser sînoran hatine kuştin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê di meha Gulanê de bi giştî 8 Kolberên Kurd li ser sînorên navbera Rojhilat û herêma Kurdistanê de bi êrîşên raste rast yên çekdarên rejîma Îranê hatine kuştin.

Hengawê diyar kiriye ku, her di heman mehê de bi giştî 5 kolberên din jî di encama heman êrîşan de birîndar bûne.

Hate zanîn ku, yek ji wan birîndaran ciwanekî 17 saliye ku, di encama êrîşê de çaveke xwe ji dest daye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.