Îsraîl pêşniyara Biden qebûl kir

Biden jî dibêje lazime Hemas di nava Xezeyê de nemîne.
کوردستان TV
100%

Daxwaza Xezeya bêyî Hemasê tê kirin.

Li gor kanala Can ya Îsraîlî, duhê Serokê Amerîkayê Jeo Biden bi rêya Qeterê projeyeke nû ya bo agirbestê gehandiye Hemasê.

Çavkaniya h an diyar kiriye ku, ev projeya Biden yaku, ji aliyê Îsraîlê ve jî hatiye pejrandin ji sê merheleyan pêk tê û armanc ji vê projeya han ava kirina Xezeye bêyî Hemasê.

Merheleya yekem ya vê projeya han dom kirina şere heta azad kirina tevahiya dîlan.

Ji aliyê xwe ve Îsraîl jî ragihandiye ku, hikûmeta vê welatî projeya Biden pejrandiye û Serokê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî ragihandiye ku, heta Hemas bi temamî neyê ji nav birin û tevahiya dîlan neyên azadkirin vê şer berdewam bike.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.