Hûsî dibêjin me êrîş kiriye lê Amerîka ev yek red dike.
Çapemeniya Yemenî li ser zarê Peyvdarê çekdarên Hûsî Yehiya Serî belav kiriye ku, çekdaên hûsî careke din êrîşî ser keştiya isenhoware ya Amerîka ya li deverê de kirine û di bêje ku, di nava 24 seatan de ev cara duyeme êrîşî ser vê keştiya han were kirin.
Ji aliyeke din ve Yehiya Serî herwiha diyar kiriye ku, di şeva derbasbûyî 6 êrîşên cuda bo ser keştiyên bazirganî û leşkerî li peravên deryaya sor de pêk anîne.
Lê Amerîka jî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku, êrîşî ser keştiyên me ne rastin û çend êrîşên hûsiyan bo ser keştiyên bazirganî hebûne lê hêzên me tevahiya dronên hûsiyan xistine erdê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin