Serokê herêmê peyamek pêşkêşî YNK kir

daxwaza bihevre kar kirina aliyên siyasî bo parastina pêgeha destûriya herêmê dike.
کوردستان TV
100%

Hêviya serkeftin û pêşkeftinê bo YNK dixwaze.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 49mîn salvegera damezraniya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî YNK kiriye.

Di peyama xwe de Serokê herêmê rixmî ku, pîrozbayî li Serok, endam û alîgirên YNK kiriye, hevdem hêviya serkeftin û pêşkeftinê bo YNK jî xwestiye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha nivîsandiye di vê minasebeta han de Mam Celel û tevahiya ev têkoşerên ku, di refên YNK de bo azadiya Kurdistanê xebat kirine bibîr tînin û xebata wan bilind dinirxînin.

Barzanî herwiha hêvî xwestiye ev bîranîna han bibe sedemek bo jihev fêmkirin û têgehêştina aliyên siyasî bo parastina berejwendiyên gelê Kurd û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.