Li Efrînê gefên kuştin li Dadwereka Kurd têne xwarin

biryarek dijî dagîrkirina malkên Kurdan dabû.
کوردستان TV
100%

Beriya çend rojan biryareke girîng dabû.

Li gor çapemeniya Rojavayê Kurdistanê, hefteya derbasbûyî Dadwereka Kurd bi navê Newroz Hasso di çarçoveya dozekê de biryar dabû daku, Erebên hawirde ji mal  û milkên Kurdan yên ku, dest li ser wan danîne derkevin û ev mal û milik radestî xwedanên xwe bikin.

Piştî vê biryarê, Erebên hawirde ku, ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrîn û derdorê hatine bicîhkirin dest bi xwepîşandanê dijî vê biryar kirin.

Ji aliyeke din ve çalakvanên ji Rojavayê Kurdistanê jî ragihandine ku, Erebên hawird bi hevkariya komên terorîst gefa kuştinê li vê dadwera Kurd dikin û niha canê vê di metirsiyê deye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.