4 dronên hûsiyan hatiye xistin

armanca êrîşê keştiya Eisenhower bûye.
کوردستان TV
100%

Çekdarên hûsî êrîşî ser keştiyeke Amerîkî kirine.

Li gor daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku, îro şemî hatiye belavkirin, duhê çekdarên Hûsî li Yemenê bi dron û hajekan xwestine êrîşî ser keştiyên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî bikin.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî duhê 4 dron û 2 hajekên Hûsiyan pûç kirine.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, armanca hûsiyan ji vê êrîşê keştiya Eisenhower ya Amerîkî bûye lê keştî rastî ti zirarekê nehatiye û dronên hûsiyan beriya bigehêjin armancê, hatine xistin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.