Serokwezîr û Şêwirmendê ewlekariya nîştimaniya Îraqê civiyan

behsa hemahengiya ewlekarî ya di navbera her du aliyan de hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa çend mijarên hevbeş hatiye kirin.

Di çarçoveya serdana xwe de ya bo Bexdayê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Şêwirmendê ewlekariya nîştimaniya Îraqa federal Qasim Erecî civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa ewlekarî ya Îraqê, rûbirû bûna metirsî û gefên terorê hate kirin û tekez li ser girîngiya pêşde birina hevkarî û hemahengiya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de hate kirin.

Şêwirmendê ewlekariya nîştimaniya Îraqê behsa vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê herêmeke destûriye û bihêziya herêmê bihêziya Îraqêye  û her wisa bihêziya Îraqê jî bihêziya herêmê ye jiber vê çendê lazime têkiliyên baş di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hebin.

Mesrûr Barzanî jî spasiya pêşwaziya gerim ya Qasim Erecî kir û ev yek anî ziman ku, di warê ewlekarî de hemahengiyeke baş di navbera herêmê û hikûmeta federalî de heye û hêvî dikin ev hemahengiya han bandorê li ser warên din jî bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.