Du dron û du sekoyên avêtina dronan hatin jinav birin

li deryaya sor hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine jinavbirin.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî îro pêncşem daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa ji nav birina du dron û du sekoyên avêtina dronan kiriye.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî eşkere kiriye ku, hêzên Amerîkî yên li deverê karîne du dronên hûsiyan yên ku, ji aliyê hûsiyan ve bo êrîş kirine ser keştiyan hatibûn şandin hatine xistin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de qala ji nav birina du sekoyên taybet bi avêtin û firandina dronên întîharî jî hatiye kirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.