Di civînê de behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin

behsa çend mijarên girîng hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya bû.

Civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem ya civînê de, ku mêvandariya Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Dervey Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan kir, raporteke berfireh li ser kar û çalakiyên desteyê û rewşa niha ya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Di heman demê de reşnivîsa nexşerêyek pêşniyaz kir li ser asta berpirsatiya dezgehên taybet ên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, ku di nav de jî Encûmena Wezîran û Encûmena Nûnerên Federalî ya taybet bi navçeyên Kurdistanî. Li ber ronahiya madeya 140 a destûra Iraqê û kar bo diyarkirina çarenivîsa wan navçeyan û vegerandina wan bo Herêma Kurdistanê bê kirin. Her wiha bal kişande ser tedbîrên niha û bilez ji bo asayîkirina rewşa niha ya îdarî, ewlehî û leşkerî li navçeyên Kurdistanê û betalkirin û nehiştina tedbîrên ku nayên qebûlkirin ji siyaseta erebkirinê, ku pêwîstî bi nêrîneke hevbeş û yekrêziya niştimanî ya hemû hêz û aliyên Kurdistanî heye.

Her di raporê de, Serokê Desteyê bal kişand ser hemû rewşên dijwar û reftarên nedestûrî yên ku ev herêmên Kurdistanê di warê berdewamiya siyaseta erebkirinê, dagîrkirina zeviyên çandiniyê û derxistina welatiyên kurd ji warê bav û kalên xwe de rûbirû wan dibin.

Serokwezîr bi navê Encûmena Wezîran destxweşî li Serokê Desteyê û hemû karmendên desteyê kir, ji bo amadekirina vê raporta berfireh û pir zanyarî û pêşkêşkirina rastiyan li ser rewşa dijwar a van waran de. Herwiha spasiya xweragirî, sebir û helwesta niştimanperwerî ya kurdên navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê kir. Herwiha tekez kir ku, Herêma Kurdistanê dest ji navçeyên Kurdistanî bernade û daxwaz dike ku pirsgirêk, binpêkirin û rewşa nebaş li wan deveran li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.

Piştre Cîgirê Serokwezîr destxweşî li serokê desteyê û hevkarên wî kir û piştevaniya xwe ji bo danîna nexşe û siyaseteke niştimanî û Kurdistanî ji bo navçeyên Kurdistanî û karekî cidî li ser asta saziyên herêmî û federal nîşan da, ji bo cîbicîkirina berpirsyaroya cîbicîkirina madeya 140 a destûrê û yekser rawestandina hemû pêngav û tedbîrên ku wan navçeyan tên kirin, ku xizmeta ruhê jiyana hevbeş li wan navçeyan nake.

Encûmena Wezîran daxwaza asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî û rawestandina rewşa leşkerî ya li ser wan navçeyan hatiye sepandin kir û divê hemû binpêkirin û destdirêjiyên li ser welatiyên van navçeyan bidawî bibin û di çarçoveya destûrê de, pirsgirêk û nakokî û bi taybet madeya 140 bên çareserkirin.

Di heman demê de, Encûmena Wezîran komîteyeke bilind a wezîran pêk anî ji bo pêdaçûnê di reşnivîsa nexşerêya Desteyan Navçeyên Kurdistanî de bike û plana cîbicîkirina nexşerêya û dosya xakê deyne, ku karekî pêşîne yê hikûmetê ye û daxwaza sereke ya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bû ku ji bo vê têkoşa û erkê me ye ku em li ser parastina van navçeyan berdewam bin û nabe ji ber siyaseta mijûlkirina Herêmê bi mijarên din, ev mijar were paşguhkirin.

Di xaleke din de, Encûmena Wezîran destxweşî li şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêdaçûna pêwîst li ser xişteyên taybet bi mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kir. Di heman demê de ji endamên fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê daxwaz hat kirin ku bi yekdengî berevanîyê li maf û şayesteyên Herêmê di xişteyên bûdceya Îraqê yên sala 2024 û 2025an de bikin. Civata Wezîran her wiha şanda danustandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir ku hemahengî li gel perlemantarên Kurdistanê li parlamentoya Iraqê bikin, ji bo parastina berjewendî û mafên destûrî û mûçeyên karmendên Herêmê. Ji ber ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne û di pêngava dawî ya roja 26ê Gulana 2024an de, Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê 85 milyar û 199 milyon û 634 hezar dînar pere razandine ser hesabê Wezareta Darayî ya Federal, wek pişkê gencîneya federal ji dahata neneftî ya Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû wezaret li ser hevahengiyê ligel Wezareta Darayî ya Iraqê berdewam bin, ji bo xerckirina mûçeyên Herêmê û pêwîst e lîsteya karmendan û terazûya pêdaçûna dahat û lêçûnên Herêmê divê di wextê xwe de ji hikûmeta federal re bê şandin. Li hember de jî divê hikûmeta federal erka xwe ya destûrî ya şandina bûdceya Herêma Kurdistanê bicih bîne û êdî mûçewergirên Herêma Kurdistanê ne di xema mûçeyên xwe de bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.