Koreya Başûr û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokwezîr spasiya Koreya Başûr dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Koreya Başûr yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Koreya Başûr yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyozê Koreya Başûr li Îraqê birêz Choi Sung Soo kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Koreya Başûr yê li herêma Kurdistanê birêz Cinchol Lime jî têde beşdar bû, me tekez li ser pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Koreya Başûr kir.

Balyozê Komara Kore stayîşa kar kirina tîmî bi mebesta pêşde birin û geşe pêdana herêma Kurdistanê di tevahiya waran de kir û balkêşande ser têkiliyên dostane yên welatê xwe ên li gel herêma Kurdistanê ku, beriya 20 salan tîma leşkerî ya (Zeytûn) ya Kore hate herêma Kurdistanê û bi vê awayî têkiliyên fermî yên di navbera her du aliyan de destpê kirin û çendîn projeyên girîng jî li herêma Kurdistanê cîhbicîh kiriye bi taybetî bi rêya ajansa hevkariya navnetewî ya Koreyê, Koica.

Me jî spasî û rêzdariya herêma Kurdistanê bo piştîvanî, hevkarî û beşdariya Koreya Başûr di prosesa pêşde birina herêmê de diyar kir û tekez li ser girîngiya sûd wergirtin ji ezmûna serkeftî ya vê welatî di warên curbicur de kir.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.