Agireke mezin bi otogara barhelgiran ket

ti zirarên canî yên vê bûyerê tunene.
کوردستان TV
100%

Hêzên hawar hatinê karîne piştî hewldaneke bilez agirê vemirînin.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê Hewlêrê îro danê sibê li ser rêya navbera Hewlêr û Giwêrê agir bi otogara tanker û barhelgiran ketiye.

Di encama agira han de şewateke mezin çê bûye û çend tanker jî şewitîne.

Polîsê Hewlêrê diyar kiriye ku, hêzên hawar hatinê bilez gehêştine cîhê bûyerê û karîne piştî hewldaneke berfire agirê vemirînin.

Hate zanîn ku, ti zirareke canî ya vê bûyerê çê nebûye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.