300 awareyên din vegeriyan Şingalê

di nava 5 mehan de 500 malbet vegeriyane.
کوردستان TV
100%

Tevahiya wan awareyên Êzidî ne.

Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya koç û koçberan ya Îraqê, vegera awareyên Êzidî bo Şingalê berdewame û di vê çarçoveyê de di rojên derbasbûyî 300 awareyên din yên Êzidî ji kempên nava herêma Kurdistanê vegeriyane Şingalê.

Birêveberatiya han diyar kiriye ku, niha 25 hezar malbetên din yên aware di nava 15 kempên li parêzgeha Dihukê de dimînin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, ji destpêka îsal ve heta niha bi giştî 500 malbetên aware vegeriyane cîhên xwe.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.