Serok Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert kir

dema pîwerdariya vê li Îraqê bi dawî hatiye.
کوردستان TV
100%

Roja sêşemê li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê Jeanine Plasschaert kir ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe yên li Iraqê û ji bo xatir xwestin û malavayî kirinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyê û pêşhatên dawî yên li ser asta Iraq û navxweya Herêma Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî erk û keda xanima Jeanine Plasschaert kir û rûmet û pêzanînên xwe ji bo wê rola wê ya baş hebû ku di dema karkirina li Iraqê da bi mebesta yarmetîdana aramiya Iraqê û li hev nêzîkkirina aliyan û çareserkirina kêşeyan de dîtibû û her wiha hêviya serkeftinê li erk û karê wê yê nû da xwest.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.