Serokê herêmê û Mîrê Êzidiyan civiyan

giftûgo derbarê rewşa awareyên Êzidî û rewşa devera Şingalê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya mafên Êzidiyan dike.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û di civînê de Serokê herêmê tekez li ser piştîvaniya xwe ya bo Mîr û tevahiya mafên Êzidiyan kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewşa Êzidiyan û mafên wan li herêma Kurdistan û Îraqê kirin û tekez li ser pêwîstiya xizmet kirina baştir ya welatiyên Êzidî di her warî de kirin.

Rewşa Şingalê û awareyên Êzidî di nava kempan de mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.