Hijmarek Hêlbirênerên Romanî serdana Kurdistanê dikin

Kurdistan û Romanya têkiliyên xwe yên abûrî bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Balyozê vê welatî li gel berpirsê fermangeha têkiliyênd erve civiya.

Îro berpirsê fermangeha têkiliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwaziya balyozê Romanyayê yê li Îraqê Radu Octavian Dobre û Konsulusê vê welatî yê li herêma Kurdistanê Petre Constantine kir.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Romanyayê û berfiretir kirina liv û tevgerên bazirganî yên di navbera her du aliyan de hatekirin û şanda Romanî tekez li ser vê yekê kir ku, Romanya dixwaze têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê berfiretir bike û bo vê mebestê di rojên pêşiya me de şandek ji nunerên kompanî û Hêlbirênerên Romanî serdana herêma Kurdistanê dikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.