Li Soranê kevrên bingehîn yên çend projeyan danî.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana îdareya serbixwe ya Soranê kir û li gel rayedarên vê îdareya han civiya.
Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî guhdariya berpirs û rayedarên vê îdareyê yên derbarê rewşa îdareya serbixwe ya Soranê de kir û pişt re jî Mesrûr Barzanî li gel rayedarên îdareya serbixwe ya Soranê bi merasîmên fermî kevrên bingehîn yên projeyên parka nava bajarê, deriya Soran, parka nîştimanî û enderpasa Soranê din danî.
Di merasîmê de Mesrûr Barzanî gotareke kurt jî pêşkêş kir û ragihand ku, hikûmet weke çawe di bernameya kabîneyê de diyar kiribû, berdewam dibe li ser pêşkêş kirina xizmetgozariyan bi welatiyan û vekirina wan projeyan li Soranê bandoreke gelek baş li ser rewşa deverê û liv û tevgerên bazirganî yên li deverê de dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî ziman ku, me biryar daye tenê girîngî bi bajarên mezin nedin belku, li gel girîngî dan bi bajarên mezin girîngiyeke baş jî bi bajar û bajarokên din bidin.
Piştî bi dawî hatina merasîmên li Soranê vê Serokwezîr serdana Riwandizê jî bike û kevra bingehîn ya projeyeke torîstîkî li Riwandizê deyne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin