APIKUR daxwaza civînên sê alî dike

dibêje em daxwaz dikin henarde kirin bilez destpê bike.
کوردستان TV
100%

Daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye.

Komeleya pîşesaziya petrolê ya Kurdistanê yaku, bi APIKUR tê nasîn daxuyaniyek bo raya giştî belav kiriye û ragihandiye ku, di wan rojên dawî de raportek hatiye belav kirin ku, têde hatiye gotin ku kompaniyên petrolê yên herêma Kurdistanê naxwazin li ser henarde kirina petrolê asankarî bikin.

APIKUR di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, ev raporta han dûre ji rastiyan û kompaniyên petrolê yên li herêma Kurdistanê hertim xwestine ku, henarde kirina petrolê bilez destpê bike û niha em weke APIKUR bo bilez destpê kirina henarde kirina petrolê amadene û bo vê yekê jî daxwaza civîneke sê alî di navbera APIKUR, hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de dikin.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.