Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Romanyayê kir

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Kurdistan û Romaniya têkiliyên xwe berfiretir dikin.

Îro duşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Romanyayê yê li Îraqê Rado Dobre kir.

Di civînê de ku, Konsulusê Romanyayê yê li Kurdistanê Petre Constantine jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên siyasî yên li ser asta Îraq, deverê û astengiyên berdem aramiya deverê hate kirin.

Her di heman civînê de her du aliyan tekez li ser bihêztir kirina dostatî û berfire kirina têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Romanya û Kurdistanê de kirin.

Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî jî mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.