Nêçîrvan Barzanî: Em bi vekirina Konsulusxaneya Qeterê ya Hewlêrê kêfxweş in

niha li Hewlêrê 41 Konsulusxane û nuneratiyên biyanî hene.
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Qeterî bi Serokatiya Emîndarê giştî yê wezareta derve ya Qeterê kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Sekreterê Giştî yê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Ehmed Bin Hesen El-Hemadî re civiya.

Di hevdîtînê de Balyozê Qeterê yê Îraqê Sultan Bîn Mubarek Elkubeysî û Konsulê Giştî yê Qeterê yê Hewlêrê Husên Bîn Elî Elfezale hebûn.

Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Qeterê yên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re kir.

Herwiha behsa derfet û warên veberhênana Qeterê ya bi Herêma Kurdistanê û Îraqê hat kirin.

Şanda Qeterê tekez kir ku welatê Qeterê bawerî bi Herêma Kurdistanê û Îraqê heye û dixwaze pêwendiyên xwe di warên aborî û bazirganî de zêdetir pêşde bibe.

Şandeya Qeterê da zanîn ku ji bo bihêzkirina pêwendiyan dê Qeter Konsulxaneya xwe ya Giştî li Hewlêrê veke.

Qeter Konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Şandeyê da zanîn ku Qeter amade ye di warên enerjî, tûrîzm, çandinî, perwerde, tenduristî û gelek warên din de sermayeyê xwe bi cih bike.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo vekirina konsulxaneyê pîrozbahî li şandeyê kir û dilxweşiya xwe bi vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê ya Herêma Kurdistanê anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku derfetên sermayeguzariya Qeterê li Herêma Kurdistanê û Îraqê hene bi taybetî di warê projeyên jêrxanê de.

Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Qeterê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku gelek tiştên hevbeş ên Herêma Kurdistanê û Îraqê hene.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.