Qeter û Kurdistan dest bi serdemeke nû dikin

Konsulusxaneya Qeterê îro hate vekirin.
کوردستان TV
100%

Di her warî de têkiliyên xwe bihêztir dikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Qeterî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke Qeterî bi Serokatiya Emîndarê giştî yê wezareta derve ya Qeterê birêz Ehmed Hesen Hemadî kir.

Di civînê de ku, birêzan balyozê Qeterê yê li Îraqê û Konsulusê giştî yê vê welatî li herêma Kurdistanê jî têde beşdarbûn, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî di tevahiya waran de kir.

Emîndarê giştî yê wezareta derve ya Qeterê silav û rêzên xwedan şiko Mîr û birêz Serokwezîrê Qeterê gehande me û xwesteka welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Me jî balkêşande ser girîngiya pêgeha Qeterê û amadebûna herêma Kurdistanê ya bo bihêztir kirina têkiliyên du alî di warên curbicur de diyar kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.