Almanya xizmetgozarî pêşkêşî nexweşxaneyên Kurdistanê dike

Almanya 3 nexweşxane li Kurdistanê ava kiriye.
کوردستان TV
100%

Şandeke Almanî li gel wezîr û rayedarên wezareta tendirostî civiya.

Li gor daxuyaniyeke wezareta tendirostî, îro wezîrê tendirostî Saman Berzencî û çend rayedarên din yên vê wezaretê pêşwaziya şandeke Almanî û nunerê ajansa UNDP kirine.

Di civînê de giftûgo derbarê her sê nexweşxaneyên ku, li Hewlêr, Dihuk û Silêmanî ji aliyê Almanyayê ve hatine avakirin hatiye kirin.

Şanda Almanî ev yek diyar kiriye ku, Almanya berdewam dibe li ser pêşkêş kirina xizmetgozariyan bi wan nexweşxaneyan û nexweşxaneyên din yên li Kurdistanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.